المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bi çalakiyek ji zarokan re roja aştiyê ya cîhanî ji aliyê YXCDK-R hat vejandin..

0 83

Îro roja şemiyê” 21 “ê, Êlûnê , “2019 ” an , bi helkeftina Roja Aştiyê Ya Cîhanî, leqê Qamişlo ya Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demokratî Kurdistanî _Rojava, çalakiyeke çandî û şahî ji bo zarokan li darxist, û ev yek bi beşdarbûna hejmarek ji zarokan û herwiha bi hazirbûna berpirsê Şaxê Qamişlo û berpirsên ofîsên şaxî ya Yekîtiya xwendevanan.

Û di vê derbarî de M,”Şikrî Ebdelrehman” berpirsê Şaxê Qamişlo ya, Y,X,C,D,K,R, ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman û got :Em weku Yekîtiya xwendevanan yê Şaxê Qamişlo, vê rojê li bîra xwe tînin, ku em karibin peyama aştiyê bi rê û wateyên nû ji miletê cîhanê re bidina xuyakirin, weku parastina aştiyê di nav hemû pêkhatiyan de û belavkirina çanda aştî û hişmendiyê di nava ciwanan de.

Û herwiha berdewam kir gotina xwe ku roja aştî ya cîhanî ji bo hemû gelên cîhanê şanoyeke hevbeş peyda dike ku çalakiyan bikin bi awayên rast û kêrhatî ku wateya aştî û demokrasiyê bidin, û herwiha hêviya me di vê rojê de belav kirina aştî û aramiyê di nav tevahiya miletê cîhanê de.

Û ji rexekî dî ve berpirsa ofîsa Çandî ya Yekîtiyê “Wefa Erafat ” ji Ragihandina ENKSÊ re li ser roja aştiyê anî ziman û got: Em weku Yekîtiya xwendevanan her sal roja aştiyê bi rengekî cuda li darxistin, Îro weku em dibînin çalakiyeke zarokan hat li darxistin bi navê belavkirina çanda aştiyê û armanc ji vê çalakiyê, ramana aştiyê were parastin û herwiha pêşketina wê di nav gelan de.

û di dawiyê de bi boneya roja aştî ya cîhanî mûme hatin vexistin li ser hêviya belavkirina aştî û aramiyê.

Û tê zanîn welatiyên cîhanê di “21” êlûnê de, her sal roja aştiyê ya cîhanî li dardixin, ku ji hêla netewên yekbûyî ve di Sala “1982” hate ragihandin, û êdî bû rojek ji belavkirina aştiyê di nav gelên cîhanê de.

 

 

 

Raport : Hêvî Delî

Ragihandina ENKSê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.