المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Berderş: Konê penaberekî şewitî û birîndarekî jî heye ..

0 93

Îro roja pêncşemê 27ê Tabaxê , li kampa Berdereş ya panebarên Kurdistana sûriyê li taxa C.17.2, konê baneberekî rastî şewatê hat , ji sedema eletrîkê û di encama vê şewatê de birîndar jî hene…

 

Û herwiha ji bo zaniyariyên bêhtir li ser vê mijarê M,”Dijwar Tewfîq”, serokê encûmena Kampa Berdereş, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: ku îro li kampê konek ku du xort têde dijîn şewitî û di encamê de Xortek bi navê “Mihemed Mihemed Salih Qadir”, birîndar bû û niha ew li nexweşxaneya Biroşk li Dihokê tê derman kirin.

 

Û herwiha M,”Dijwar ” berdewam kir nişteciyên di nava kampê de di rewşeke zehmet de derbas dibin û tekez kir ku gelek kêmasî ji aliyê rêxistinan navdewlatî ve hene wekî rêxistina UN ku ev pênc mehana seredana kampê nekiriya.

 

Û herwiha ji rekekî dî ve amaje pê kir tenê alîkarî ji dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ” BCF “ve tê pêşkêşkirin li ser tevehiya nişteciyên kampê.

 

Û her li ser vê mijarê M, “Tewfîq ” anî ziman, em hêvî dikin ji hemû dezgehên mirovî ku giringiyê bidin malbatên sewî û yên pêwîstîdar yên di kampê de dimînin xwedî derkevin û xizmetên mirovî ji wan re pêşkêşbikin.

 

Û di vê derbarê de piraniya baneberên di vê kampê de bê Iqaman e û ew daxwaza dayîna Iqametan dikin ku niha nêzîkî “3200” kes di kampê de dijîn.

 

 

Û tê zanîn ku ji sedema êrîşkirina Tirkiyê û çekdarên wê li ser herêmên kurdî li Kurdistana sûriyê, di vê derbarê de hejmareke mezin ji welatiyan koçberbûn û li kampa Berdereş li herêma Kurdistanê niştecîbûn..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.