المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hêvî û Astengî di Jiyana Koçberên deverê kurdî li Kurdistana Sûrya de ..

0 76

Diyardeya koçberiyê li cîhanê bi hemî sedemên xwe ve babeteke giring e  û di vê derbarê de piştî Êrîşkirina Tirkiyê û çekdarên wê li ser herêmên kurdî li Kurdistana sûriyê ku bo sedema koçberî û derbederbûna xelkê ji welatên xwe û ev yek bandor ser aborî û Jiyana koçberan kir.

Û herwiha li ser rewşa koçberan û gazinên wan derbarî xirabûn û dijwarbûna rewşa aborî û bilindbûna nirxê buhaya xaniyan,

û her li ser vê mijarê nişteciyekî ji Serê Kaniyê li Qamişlo bi zelalî ji malpera ENKS ê re anî ziman:

” ku piştî Êrîşkirina Tirkiyê li ser bajarên me û talan û wêrankirina mal û milkên me, em neçar bûn berê xwe bidin navçeyên herî aram”.

Û herwiha berdewam kir Û got :” ku nêzîkî salekê ye li bajarê Qamişlo niştecî bûm û ji aliyê rewşa aborî ve gelek zehmetkêşiya dibînim di debara pêwîstî û xwestekên jiyanê” .

ji rexekî dî ve ji aliyê bilindbûna nirxê bûhaya xaniyan her meh, û naxasim malbatên mezin û bê mûçe aloziyan dibînin, û hêviyê ji xwediyên xaniyan dikin asankariyekê me koçberan re pêşkêş kin û kirêya xanî li ser me sivik bikin”.

Û herwiha ji aliyekî din ve koçberekî ji Kobanê (bavê Mihemed) rewşa Jiyana xwe ji malpera ENKS ê re da xuyakirin û anî ziman:

” Jiyana li me roj bi roj zor û aloztir dibe û bi taybetî piştî ragihandina qedexeyê û rawestandina kar, ev yek bandor neyînî li me kir”.

û herwiha “Bavê Mihemed” amaja pê kir, êdî bi vî awayî nikarin Jiyana xwe bi xweşî derbas bikin, ji buhabûna nirxê hemû alav û pêdeviyên Jiyana rojane”.

Û herwiha di derbarî vê rewşê de “Bavê Mihemed “, anî ziman û got :

“bi taybetî gelek reserî tê kirin ji aliyê bilindbûna nirxê kiriya xaniyan û ev yek li ser me dibe berekî giran”.

Û herwiha daxwaz ji xwediyên xaniyan dikin alîkarbin bi me re di vê rewşê de û kirêya xaniyan arzan bikin. .

Û her di dawiyê de hêviya koçberan ku navçeyên wan aram bibe û ew vegerin li ser milk û malên xwe..

 

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.