المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Artêşa dagirkeriya Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran dike..

0 75

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û komeyên çete li ser Efrînê de di roja xwe ya 25an de berdewam e.
Li gorî nûçegîhanê me li Efrînê ragihand ku artêşa dagirkeriya dewleta Tirk îro navenda bajarê Efrînê topbaran kirin.
Di encama êrîşa dagirkeriya Tirkan li ser navenda bajarê Efrînê welatiyê bi navê Hisên Ridwan yê ku temenê wî 35 sal bû şehîd ket û welatiyên bi navên Emîn Reşîd, Yûsif Mihemed Terşo, Luqman Bekir jî birîndar bûn.

Herwiha nûçegîhanê me got pevçûnek pir dijwar di navbera hêzên Kurdî de û artêşa Tirkiyê ya dagirker û komeyên çete de li  derdora gundê Şêxorzê ya bi ser navçeya Bilbilê û li derdora gundê Serneçka ya bi ser navçeya Şera yê rû da.

Ragihandin ENKSê

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.