المجلس الوطني الكوردي في سوريا

47 şehîd û 76 birîndar gihîştine nexweşxaneya Avrîn….

0 66

Di berdewam bûna êrîşên artêşa dagirkerên Tirkiyê li ser navçeyên Efrînê û gundên wê 47 şehidên sivîl gihîştî nexweşxaneya Avrîn.
Endamên rêvebiriya nexweşxaneya Avrîn ya li bajarê Efrînê Dr.Ciwan Mihemed di konferansek e rojnamevanî de diyar kir ku ji despêka êrîşên artêşa dagirkerên Tirkiyê li ser navçeyên Efrînê hijmara qurbaniyên ku tenê gihîştî nexweşxaneya wan 47 şehîd û 76 birîndar in.
Herwiha Dr.mihemed got ku 47 welatiyên sivîl şehîd bûne û di nav wan de 16 zarok, 11 jin û 20 mêr in.
Dr.mihemed anî ziman ku hijmara brîndaran rojane zêde dibin û niha di nexweşxaneyê de 76 birîndar di rewşek e xerab û awert e dene û di nav wan de 17 zarok , 14 jin û 45 mêr in.
Di perdewama axavtina xwe de got rewşa birînaran gelek zehmet e û giran e û gelek birîndaran ling yan destê wan hatiya qutkirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.