Di 24 demjimêrên derbas bûyî de gorî hat ragihandin hejmara pêketiyên bi Veyrûsa koronayê li kurdistana Sûriyê gihiştiya 261″ kes û ji wan 17 kes jiyana xwe ji dest dane û 13 baş bûne ..
Û rojane hejmara tûşîbûyên bi nexweşiya Covîd 19 li herêmên kurdî li Kurdistana Sûriyê zêde dibe û ev yek vedgera sedema ne pabendî bûna hemwelatiyan bi rêûnemayên xweparastinê li deveran bi giştî …
Û herwiha tûşîbûyên hatin tomarkirin li Herêmên kurdî ev in:
– li Hesekê 24 kes in.
– li Qamişlo 31kes in.
– li Dêrikê 14 kes in.
– li Rimêlan 2 kes in.
– li Girkê Legê 1 kes e.
– li Çilaxa 1 kes e.
-li Amûdê 5 kes in.
– li Reqayê 56 kes in.
– li Debqayê 30 kes in.
– li Mibic û Dêrezor 56 kesin
– li Şehbayê 11 kes in.
– li kobanê 26 kes in.
– li Şedadê: 1 kes e.
Û bi vî awayî amarên dawî yên pêketiyên koronayê li kurdistana Sûriya hatiye tomarkirin gihiştiya “35404” kes û herwiha ji wan”2439″ ji vê nexweşiyê başbûne û “1341” canê xwe ji dest dane…
Û êdî rewşa xelkê ji sedema nexweşiyê aloztir dibe û pêwîst e rastî rêûnemayên tendirûstî û xweparastinê bibin …..
Ragihandin a ENKS ê
Raport: Hêvî Delî