المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AGIR HÎN BERDEWAME LI KURDISTANA SÛRIYA. .

0 86

Îro di roja duşemê 8.7.2019an de,li Kurdistana Sûriye li gundewarê Dirbêsiyê pîştî danê nîvro di navbera gundê Xatûna û Çolbestan li rojava û rojhilatê bakurê herdu gundan, agirekî dijwar rûda.

Bi sedên doniman zeviyên pirêze cera pez hat şewitandin.

Lê tîmên vemirandinê nehatin bi hawarçûna xelkên herêmê, herwiha bi saya xelkên herêmê agir hat vemirandin.

 

Di derbarê vê yekê de, welatiyekî ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman di derbarê şewata zeviyan: “Bêtirî du Katijmêran bûye ku me agahî daye tîmên vemirandina agir, lê mixabin ku va em tên lê ew nehatin.

Wiha berdewam kir : Spas ji XWEDÊ re bi xêra xelkên herêmê agir hat vemirandin, Şewata zeviyan ta niha metirsike mezin li cem xelkên herêmê çêdike, ji ber ku cera lawiran kêm dibe û xelkên herêmê ji niha de ketine hev ji bo êmên lawirên xwe.

Raport: Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.