Serokwezîrê Herêma kurdistanê ” Mesrûr Barzanî ” roja Yekşemê 31ê Cotmehê , serdana şarê Zêrîn û gundê Korîyê yên li Hewlêrê kir ..
Û ev yek ji bo şopandina rewşa navçeyên ku zirar û ziyan gihiştina wan ji ber lehiya baranê ….
Û herwiha roja şemiyê 30ê Cotmeha 2021″an, piştî baranake zêde, li navend û çend navçeyên Hewlêrê ku di encamê de lehiyeke mezin rûda û ziyaneke zêde ya madî li pey xwe hişt û herwiha lehiya asta avê li gelek cadeyan bilind bû û hatûçûna otombîlan hat rawestandin ..
Û ji rexekî dî ve navçeyên ku zirar gihiştiyê wan di bajarokê Zêrîn , Mela Omer, gundê Korî yên Hewlêrê ku av kete nava malan û zirar û ziyanên madî gihandin welatiyan û hejmarek ji otombîlan jî li ber lehiyê ketin …
Ragihandina ENKSê
Amedekirin : Hêvî Delî