Li Kurdistana sûriyê rêjeya pabendiyê bi rênimayên xweparastinê gelekî kêm e û û êdî xelk li pêşberî rewşeke metirsîdarin û herwiha ev yek tê wetaya ku rojane hijmara tûşbûyan bi veyrûsa koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe..
Û ji ber vê yekê biryara qedexeyê hatûçûnê ya Sînordar hate ragihandin ji bo dema “10 ” rojan, ku ji roja înê “30” ê,cotmehê destpê dike ta “8/11/2020″ wê berdewam dike.
Û herwiha li ser vê mijarê welatiyek ji bajarê Qamişlo derbarî belavbûna nexweşiya koronayê ,ji malpera ENKS ê re daxuyakirin û anîn ziman:
” Ku di vê dema dawiyê de bi awayekî mezin hejmara pêketiyan bi nexweşiya koronayê zêde bûye û ev yek piştî rakirina qedexeyê û vekirina holên şahiyan û konên sersaxiyê ,
ev yek dibe sedemeke sereke ji belavbûna nexweşiyê û hêviya me her welatiyek maskan bi karbînin
û pabendî bi rêkarên xweparastinê bikin di çarçoveya rûbirûbûna nexweşiya koronayê û xwe dûrî kombûnan bikin li deverên giştî”.
Û herwiha ji rexekî dî welatekî dî ji Bajarê Qamişlo ku ji Veyrûsa koronayê başbûye derbarî vê mijarê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :
” Ku hîn jî kes hene baweriyê bi hebûna nexweşiya koronayê nakin lê Veyrûsa koronayê rastiyeke pêwîste mirov li tendirûstiya xwe û malbat û derdora xwe miqate be û
nexasim li navçeyên me ku ev Veyrûs gihiştiye asteke metirsîdar û bandoreke neyînî li ser Jiyana welatiyan dike û di rewşeke aloz de derbas dibin ji kêmbûna derman û ev yek bê goman vedigere nexweparastina welatiyan ji bo rêkarên ji belavbûna nexweşiyê” .
* hin zaniyarî li ser rewş û hejmara pêketiyên bi koronayê li seranserî Sûriyê ev in :
Di derbarî hejmara tûşbûyan li navçeyên herêmên kurdî de li gorî hatî ragihandin ku amarên dawî,” 4164 ” kesî, ji wan” 115″ ji sedema nexweşiyê canê xwe ji dest dana û herwiha” 687″ başbûna
Û herwiha ji rexekî dî ve hejmara tûşbûyan bi nexweşiya koronayê li gorî wezareta saxlemiyê ya Sûriyê di “24” demjimêrên derbasbûyî de destnîşankirî ku hejmara wan gihiştiya “67 ” kesan, ji wan “33” başbûna û herwiha” 3″ kesan Jiyana xwe ji dest dane.
Û herwiha di vê derbarê de hejmara pêketiyên nû bi koronayê li navçeyên Sûriyê ev in :
_ 20 li Homsê
_ 6 li Tertûsê
_ 9 li Latiqiyê
_ 26 li Şamê û derdora wê .
_ 6 li Hemayê
Û bi vî awayî amarên dawî ta niha li navçeyên di bin desthilata Sûriyê de gihiştiya” 5528 ” kesî, ji wan” 1821″ başbûn, û “275” canê xwe ji dest dan.
Û herwiha li ser asta cîhanê û li gorî zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku ” 43″ milyon kes tûşî Veyrûsa koronayê ketine û ji wan “1,154,242 ” Jiyana xwe ji dest dana.
Û tê zanîn ku li bajarê Wuhan yên Çînê ev Veyrûs derket û piştre li hemû welatên cîhanê belav bû û bandor li ser Jiyanê kir bi Giştî kir .
Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî