المجلس الوطني الكوردي في سوريا

5 sivîl hatin kuştin di encama Êrîşkirina Firokên Tirkiya ..

0 98

Diho roja înê “19”, pûşbera 2020 an, firokeyên Şer yên Tirkiyê sînorê bajarokê Şêladizê û gundê kanî masê li parêzgeha Duhokê bombaran kirin û bi taybetî Êrîş hate ser Gundê Seydan ,  di encamê de “5” kesên sivîl canê xwe ji dest dan û bûn qurbanî .

û herwiha li gorî jêderên ji nava Şêladizê ku  ji ragihandinê re axifîn ,  ku” 4″ ji wan qurbaniyan nişteciyê li gundê Seydanin û “1” ji gundê kanî masê ya.
Û herwiha navê wan qurbaniyan ev in:
-Emîn Salih
-Azad Mehdî
-Ebas Adam
-Dêman Omer

-Yek ji wan Qurbaniyan ne hate naskirin ji ber ku Laşê wî bi Timqmî Sotî bû .

Û herwiha tê zanîn ku di 15 ê pûşberê de ,firokeyên şer ên tirkiyê êrîşî çiyayê Şingalê ,Mexmûr, Zab,Xwakurk,Avaşîn,û Qendîlê kiribûn û bombarankirn ,

û di vê derbarê de Hikûmeta Iraqê û Ya Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe dane xuyakirin ser van Êrîşan  , û  Hikumeta Herêma kurdistanêd di daxuyaniyekê de ev yek şermezar kir û herwiha daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li xaka Herêma kurdistanê bigre û PKk jî pêwîst e wan ji navçeyan vala bike ku êdî nebin sedema aloziyên li navçeyên sînorî yên Herêma kurdistanê.

Û herwiha Hikûmeta Herêma kurdistanê di daxuyaniyê de amaja bi wê yekê kir ku ew naxwazin li nav xaka kurdistanê êrîşî ti aliyekî bê kirin.

Û herwiha Hikûmeta Herêma kurdistanê serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê ji bo birîndaran re xwest.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.