المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIRGAN: ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER LIV Û TEVGERA XELKÊ PIŞTÎ TOPBARANKIRINA DEVRÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE ..

0 70

 

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji berî zêdeyî heyvekê de, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarên wan hatibûn topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

 

Di derbarê vê yekê de, çavkaniyekî taybet ji devera Zirganê, ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Wek tê zanîn ji berî zêdeyî heyvekê de, devera Zirganê hatibû topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.Û di encama wan topbarankirinan de, zîyanên mezin gihiştibû nişteciyên vê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkê devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe”.

Herwiha çavkaniyê taybet got jî:

“Bi rastî, anha di vê demê de, piştî wek rengê agirbestê hatiye diyarkirin, ji hemû aliyan ve. Lê hin carna ev dever tên topbarankirin, lê liv û tevgera xelkên herêmê bi ber baş bûnê ve diçe, hejmarek baş ji xelkê vegeriyane malên xwe, tevî ku estengiyên jiyanê hene, ji aliyê xizmetkariyê û Ewlehiyê, û aniha jî liv û tevgera xelkê lawez e, ji ber qedexekirina çûn û hatinê ye ji ber nexweşiya korona yê “.

Herwiha çavkaniyê taybet got:

“Em wek nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz ( Emrîka û Rûsyayê ) divê ku bi rola xwe rabin û çareseriyekê ji vê rewşa me re bibînin”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.