المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YNRKS helbestvana kurd ” Boneya Cegerxwîn ” xelatkir

0 76

Roja şemiyê 4ê pûşberê ,Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavanên kurd li Sûriyê ,şaxê Qamişlo semînerk li ser Jiyan û berhemên helbestvana kurd ” Boneya Cegerxwîn ” li ofîsa YNRKS li darxist….

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetên siyasî, nivîskar, helbestvanên kurd û rêxistinên jinan û herwiha bi beşdarbûna hunermend ” Beha Şêxo ” .

Û di destpêkê de Birêz ” Ebdulhemîd Cemo” bi xêrhatina mêhvanan kir û piştre xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û li ser giyanê helbestvanê kurd Cegerxwîn rawestiyan …

Û herwiha di vê semînerê helbestvan ” Boneya Cegerxwîn ” gotinek pêşkêşkir û têde li ser Jiyan û dîrok û berhemên xwe bi awayekî giştî anî ziman….

Û herwiha di dawiya semînerê de Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavanên kurd li Sûriya bawernameyek Rêzgirtinê ji bo Helbestvan ” Boneya Cegerxwîn ” pêşkêşkirin ji ber kar, xizmet û keda wê di ber ziman kurdî de …..

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.