المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Y.X.C.D.K.R Korseke Fêrkirina Zimanê Ingilîzî bi dawî kir û Xelat hatin belavkirin …

0 75

Yekîtiya xwendevan û ciwanên Dîmoqiratî kurdistanî-Rojava, îro roja înê “18”, êlûna “2020” an, bi boneya bi dawîkirina xuleke zimanê Ingilîzî , çalakiyek xelatkirinê hate li darxistin ,û ev yek bi beşdarbûna hejmarek ji mamosteyan û bi hazirbûna berpirsa ofîsa çalakiyan M,”Hêvî Delî ” û herwiha berpirsa ofîsa karûbarê xwendevanan M,”Reca Ibrahim “. .

Û herwiha di vê derbarê de mamosteyê Zimanê Ingilîzî(Ekrem Ebdê) ,ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Di destpêkê de em pîrozbahiyê li xwendekaran dikin , û em weku mamsteyan di vekirina xulayan di hemû astên xwendinê de berdewamin di Yekîtiyê de wek alîkariyek ji xwendevanan re pêşkêşbikin,

taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku xwendevan têde derbas dibûn li Kurdistana sûriyê ku piraniya dibistanan hatine girtin û nexasim di vê dema belavbûna nexweşiya koronayê de û ragihandina qedexeyê, û em di xizmeta Yekîtiyê û fêrkirina xwendekaran de berdewamin”..

Û ji rexekî dî ve li ser vê mijarê xwendekarek bi navê (Ezîz Mihemed) ji malpera ENKS ê re anî ziman:

” ez Spasiya Yekîtiyê dikim li ser vê derfeta vekirina xuleyan û bêgoman me pir qezenc jê kirin, û herwiha Spasiya mamosteyan jî dikin li ser keda wan di fêrkirina xwendekaran de, de ku mamoste roleke bingehîn di avahiya civakê de” …

Û herwiha di vê derbarê de bawernameyên derçûnê li hejmarek xwendekaran hatin belav kirin…

Û tê zanîn ku Yekîtiya xwendevanan rêxistineke Demoqiratiye di 2013 an de hatiye damezirandin ji bo doza maf û xwestekên xwendevan û ciwanan bidest bixin…..

Raport: Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê- Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.