Home / Çalakî / Xwecihiya Sinceqê Salvegera 17 yemîn Ser Serhildana 12 Adarê Serhildana Qamişlo Vejand..

Xwecihiya Sinceqê Salvegera 17 yemîn Ser Serhildana 12 Adarê Serhildana Qamişlo Vejand..

Îro roja înê 12″ê Adara 2021″an, xwecihiya Sinceqê ya bi ser ENKS ê ve, salvegera 17″ yemîn li ser derbasbûna serhildana Qamişlo “12” Adarê vejand.

û ev yek bi beşdarbûna hejmarek ji xelkên deverê û encûmena niştîmanî û herwiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl.

Û herwiha di derbarî vê salvegerê de M,”Şêrîn Murad ” gotina encûmena xwecihî ya Sinceqê pêşkêş kir.

Û piştre hemû beşdaran berê xwe dana ser mezarê herdû şehîdên pêşmerge, her yek ji pêşmerge , “Mihemed Zair ” li gundê Til Merûf, û herwiha şehîd “Mewlûd Yûsif ” li Hilwa Şêx, û gurzên gulan li ser gora wan hat danîn û fatîha li ser giyanê wan hat xwendin.

Û herwiha di vê meşê de alayên kurdistanê bi destê keç û xortên ciwan hatin bilindkirin di bin dirûşma em xwîna pakrewanan ji bîr nakin û her sal li bîra xwe tînin.

Û herwiha hêjaya were gotin ku roja “12” ê Adarê rojeke dîrokî ye li cem kurdan li seranserî Kurdistana sûriyê ku li ser rêbaz û rêya xwîna şehîdan bişopînin ta mafê gelê kurd li Kurdistana sûriyê cîbicîbibe û milet bigihêjin mafên xwe yê rewa…

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.