المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Sinceqê roja cîhanî ya jinê vejand..

0 57

Encûmena xwecihiya Sinceqê ya bi ser ENKSê ,îro roja sêşemê 8ê Adara 2022an, roja jinê ya cîhanî vejand bi amadebûna hejmarek ji cemawer û nûnerên partiyên Siyasî û encûmena niştîmanî û rêxistinên jinan ..

Û bi beşdarbûna koma kulîlkên Orkêş a huner û filklora kurdî..

Di destpêkê helbestvan Jiyan Murad bi xêrhatina hemûyan kir û piştre xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û herwiha gotina Encûmena nîştîmanî ji aliyê M,Midya Elebdulla hate pêşkêşkirin û têde rola jinê û giringiya wê di nava civakê de anî ziman..

Û aheng bi stran û dilan ji aliyê kulîlkên Orkêş ve bi rê ve çû ..

Û di dawiya ahengê de Jiyan Murad, Narîn Murad ,Yasmîn Kênco hatin xelatkirin ser kar û xizmeta wan di xwecihiyê de…

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.