المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Sinceqê civînek ji bo hilbijartina nûnerên ENKS ê yên serbixwe di kongirê 4em de li darxist..

0 89

Encûmena xwecihiya Sinceqê ya bi ser ENKS ê ve, roja duşemê 1ê Tebaxa 2022an, civînek ji bo hilbijartina nûnerên serbixwe ji bo amadebûn di kongirê 4an yê ENKS ê lidarxist..

Û di destpêkê de M,Celal Elyûsif  bi xêrhatina hemû beşdaran kir û piştre xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û herwiha ev civîn bi serpirştiya endamên  desteya serokatiya ENKS ê pêk dihat ji her Yek ji M, Fêsel Yûsif, M,Ekrem Hisên, M,Memo Elehmed…

Û herwiha hilbijartina nûnerên serbixwe ji bo amadebûn di kongirê 4an yê ENKS ê hatin hilbijartin bi awayekî Demoqratî ,ku biryare di demeke nêzîk de ENKS ê kongirê xwe ya çarem li hundirê welêt lidarbixe…

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.