المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û CÎGIRÊ WÎ HILBIJARTIN.

0 60

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwecihiya Qamişlo ya rojava ya bi ser ENKSê ve, di roja Duşemê 30.5.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,serokê xwecihiyê birêz Ahmed Isma’Îl bixêrhatina hemû endaman kir û xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên din ên Kurdistana Sûriyê.

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her M.Ebdurihman Mihê wek serokê encûmena xwecihî ya Serê Kaniyê û M.Firyal Mihemed wek cîgirê wî hat hilbijartin.

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê ya nû spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.