المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya Çilaxa nûnerên ENKS ê yên serbixwe ji bo Kongirê 4emîn hilbijart …

0 87

Encûmena xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya bi ser ENKS ê ve, civînek ji bo berbijêrkirina nûnerên serbixwe ji bo kongirê 4an yê ENKS ê li darxist..

Û di destpêkê de Serokê xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik” M,Mihemed Şerîf Birhik bi xêrhatina hemû beşdaran kir û piştre xulekeke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û herwiha hilbijartin hate li darxistin bi serpirştiya endamên serokatiya ENKS ê ew jî  :

M,Mihemed Ismaîl û M,Hejar Elî û M,Zerdeşt Mustefa.

Û di derbarî vê civînê de M,Mihemed Şerîf Birhik” tekes kir divê namzedên ku beşdarî di konfiransê bibin dengek ji bo gelê kurd û doza wî ya dadmend û bi xurtî kar bikin ji bo pêşxistina encûmenê bi awayekî ku xizmeta kurdan û doza Neteweyî û niştîmanî ya gelê kurd bikin.

Û herwiha ji aliyê xwe ve M,Mihemed Ismaîl di civînê de anî ziman ku encûmena Niştîmanî nûnertiya hemû pêkhateyên civaka kurdî de dike û daxwazên gelê kurd ji bo hemû beş û çalakiyên xwe diyar dike û herwiha rol û giringiya ENKS ê kar û xizmeta wê ya neteweyî û niştîmanperwerî ji bo gelê kurd de bi awayekî berfireh daxuyanîkirin..

Û di dawiyê de hilbijartina nûnerên serbixwe ji bo amadebûn di kongirê 4an yê ENKS ê hate li darxistin bi awayekî Demoqratî ….

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.