المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo Civiya ..

0 57

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo Diho roja yekşemê “7/6/2020 “, civîna xwe ya asayî li darxist ..

û ev yek bi amadebûna M,”Neşat Zaza”, endamê ofîsa siyasî ya PDKS ê, û M,”Mihsin Tahir” serokê ofîsa kar û barê encûmenên xwecihî û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman.

Di destpêkê de M,”Neşat Zaza”, bi xêrhatina endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û li ser Giyanê Barzaniyê nemir.

Û di civînê de li ser rewşa rêxistinî û pêşinyar û biryarên hatin standin derbarî pêşketina xwecihiyê hatib gengeşekirin.

Û herwiha civîn li ser rewşa siyasî hat rawestandin û di vê derbarê de M,”Mihsin Tahir ” axifî ser pêşhateyên dawî yên siyasî li Sûriyê bi giştî û taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê,

û herwiha hevdîtinên di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û Partiya Yekîtiya Demoqratî PYD ê, ji bo yekrêzî û yek helwesta kurdî gotûbêj kir.

Û herwiha di civînê de ser rewşa aborî rawestiyan û rewşa zehmet ya herêmên kurdî têde derbas dibin anîna ziman.

Û di dawiya civînê de M,”Tahir ” spasiya endaman kir ser kar û xebata wan.

Ragihandina ENKS ê
Wergêr :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.