المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist

0 73

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve , roja înê 29ê Nîsana 2022″an, civîna xwe ya normal li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bê deng ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir hat rawestandin ..

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin û şîrovekirin..

Û herwiha di civînê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî li kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin ..

Û her di çarçoveya naveroka vê civînê de serokê xwecihiyê M, Mihemed Sedîq” bi giştî behsa babetên giring ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi awayekî berfireh gengeşekir..

Û herwiha beşdaran di civatê de rawestiyan li ser rola xwecihiyê û çawaniya pêşketin û aktîvkirina wê di nava cemawer de bi taybet di vê qonaxa hestiyar de.

 

Û ji rexekî din ve civat rawestiya ser kiryarên PYDê û êrîşên berdewam li ser ofîsên encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya ENKSê û partiyên wê û şewtandina wan behiskirin..

 

Û herwiha di heman civînê de ser rewşa aborî jî rawestiyan..

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.