المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist…

0 70

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve,  roja înê” 19″ ê,sibata “2021 “an, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya andaman.

Û herwiha di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre di civînê li ser rewşa rêxistinî û siyasî gengeşekirin.

Û di vê civatê de serokê xwecihiyê M,”Mihemed Sedîq ” rewşa rêxistinî û çawaniya pêşketina karê xwecihiyê di nava cemawer de anî ziman.

Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Mihemed Sedîq “, li ser bûyer û pêşveçunên herî dawî yên siyasî li ser qada sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê baş rawestiya.

Û di civînê de bi firehî li ser diyaloga kurdî- kurdî di navbera aliyên kurdî de anî ziman..

Û di dawiya civatê de Spasiya hemû endaman kir ser kar û xebata wan di pêşketina xwecihiyê de..

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.