Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, roja înê” 19″ ê,sibata “2021 “an, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya andaman.
Û herwiha di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Û piştre di civînê li ser rewşa rêxistinî û siyasî gengeşekirin.
Û di vê civatê de serokê xwecihiyê M,”Mihemed Sedîq ” rewşa rêxistinî û çawaniya pêşketina karê xwecihiyê di nava cemawer de anî ziman.
Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Mihemed Sedîq “, li ser bûyer û pêşveçunên herî dawî yên siyasî li ser qada sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê baş rawestiya.
Û di civînê de bi firehî li ser diyaloga kurdî- kurdî di navbera aliyên kurdî de anî ziman..
Û di dawiya civatê de Spasiya hemû endaman kir ser kar û xebata wan di pêşketina xwecihiyê de..
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî