المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKER HEMÎD SÎNO KIRIN ..

0 105

Bi boneya 37emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker “Hemîd Sîno”şandek ji xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, di roja Şemiyê 16.10.2021ê de, serdana gora têkoşer Hemîd Sîno li gundê Gir Kundê ya bi ser bajarê Dirbêsiyê ve li Kurdistana Sûrîyê kirin.

 

Herwiha şanda xwecihiyê bi serokatiya serokê xwecihiyê M.Umer Emo bû, û piştre şandê gora têkoşer bi Aleya Kurdî ya pîroz nixamtin.

 

Herwiha serokê xwecihiyê M.Umer Emo, li ser gora têkoşer bi navê xwecihiyê axaftinek kir û di axaftina xwe de, diyar kir em wek xwecihiya Dirbêsiyê wek wefedarî 37emîn salvegera têkoşer Hemîd Sîno em vedijînin.

 

Herwiha Emo, di axaftina xwe de, rola têkoşer Hemîd Sîno di qonaxa derbasbû de, li seranserî tevgera kurdî ya Sûrî û kurdistanî bi awayekî bilind nirxand. Û tê de diyar kir ku mîna van têkoşeran em ê tim deyindarê wan bin li hember kar û xebata wan a netewî û kurdayetî, ji ber ku van têkoşera di hemû cureyên estengî û eskencê de li ser rêbaza bavê netewa kurd a Barzaniyê nemir berdewam bûn, ta ku jiyan xwe ji dest didan.

 

Û ji aliyekî din ve, serokê xwecihiyê li ser welatparêziya malbata têkoşer Hemîd Sîno axivî û tê de diyar kir ku ev malbat cihê berpirsiyariyê ye û bi dehan tevlî refên Pêşmergên Roj bûn û qurbanî danîne wek pakrewan Sîpan Sîno va gora li ber çavên me ye.

Û di dawiyê de, şandê wêneyê Elfatîha li ser giyanê têkoşer Hemîd Sîno xwendin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.