المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA BAJARÊ AMÛDÊ PAKREWANÊN SERHILDANA QAMIŞLO YÊN 12Ê AVDARÊ BI VÊXISTINA MÛMEYAN BI BÎRANÎN

0 68

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

her sal êvara 11ê avdarê li seranserî Cîhanê kurd vê êvarê ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdara 2004,an bi vêxistina mûman vedijînin.

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,di êvara 11ê avdarê 2021ê de, ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdarê li pêşiya ofîsa xwecihiyê li bajarê Amûdê bi vêxistina mûman vejandin.

Li gorî biryara ENKSê ji bo bîranîna roja pakrewanên 12ê avdarê li seranserî xwecihiyên bi ser ENKSê ve,Gelê kurd Mûm vêxistin .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.