المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊN HERÊMA KURDISTANA SÛRIYA, GAZINAN DIKIN JI BER BUHABÛNA NIRXÊ LAWIRÊN GEDÎ BÛNÊ…

0 62

 

Ji destpêka, kirîza Sûriya daketin û bilind kirina nirxê dolar, bandorek pir mezin kiriye li ser kirîn û firotina pêdiviyên jiyana rojane, li Kurdistana Sûriye.

malbatên xizanî pir zehmetkêşiyan dibînin ji bo debara jiyana xwe rojane, di heyvê de nikarin kîlok koştên berxan bikirin ji ber ku nirxê koştên lawirên gedî bûnê pir buhaye, bi taybet yên berx û karikan.

Di derbarê vê yekê de, nûçegihanê me bi welatiyan re hevpeyvîn çêkir li bazara pez li gundê Sêgiran ya girêdayî bi bajarê Dirbêiyê, ku di hevftiyê de sê roj hatine nîşankirin ji bo bazar lê çêbibe,(Yekşem, sêşem û înê).

 

Welatiyek bi navê Ahmed Ilyas yê ku li bazarê bû û ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman li ser buhabûna nirxên lawirên gedî bûnê: “Sedemên buhabûna nirxên lawiran ji ber bilindbûna nirxê dolar e,  pez ji destpêka salê pirbûn û ceh jî nirxê wî gelekî erzan bû . Lê ev şewata zeviyan li herêma me belkî bandorê bike li ser vê buhabûnê”,

 

Bazirganiyekî bi navê Hac Cemîl Ibrahîm ku bi bavê Masûd tê nasîn temenê xwe bêtir li bazara pez derbas kiriye û ta niha jî li ser karê xwe berdewame, ji nûçegihanê me re axivî û anî ziman di derbarê buhabûna nirxên lawirên gedî bûnê bi giştî: “Sedemên buhabûna nirxên lawirên gedî bûnê bi giştî sedema yekem vekirina rêye, lawir derdikevin ji dervî sînorê welat bi nirxekî pir bilind û bi buha tên firotin.

Sedema duyem bilindbûna nirxên dolar jî bandorê dike li ser pazarê.

Û ji aliyekî din jî êmê pez îsal pir e û bi taybet nirxê ceh pir erzan e.

Welatiyek ji malbatek xizan jî ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman di derbarê van bazaran de: “Dibêjin nirxên dolar radibe û dadikeve lê bazirganiyan herdem wek xwe dikin li gorî berjewendiyên xwe, herdem bi nirxekî buha difroşin û bi nirxekî erzan dikirin, û bê ku kesek li ser bisekine.Malbatên xizan nikarin kîlok koştên berxan bikirin ji ber ku pir bihabûye.XWEDÊ bi alîkariya xelkê re be.

 

Hêjaye gotinê ku ji destpêka kirîza Sûriye xelkên herêmê bi taybet malbatên xizan pêdiviyên jiyana rojane bi zorê debar dikin. Û bi ser de ev bazirganiyên ku kar dikin li ser xwîna xelkên herêma Kurdistana Sûriye bê ku çavdêriyek berpirsiyar hebe û bi awayekî sererast li ser vê rewşa xerab bisekine, ev tê wateya jiyana daristaniyê ye, yê xurt ê lawaz bixwe.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.