المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Welatiyek bi navê Serxwebûn Şehîd ket bi destê leşkerê Tirkan..

0 68

Îro roja “Înê” 8 ê mijdara, 2019 an, gera sêyem ya hevbeş a hêzên Rûsiya û Tirkiyê, li Rojavayê kurdistanê û di navbera rojhilatê Qamişlo û Rojavayê Dêrikê de dest pê kiriya,

û herwiha îro di deme ku hêzên Rûsî û Tirkî, bi hev re gerek hevbeş encam didan û li nav gundên Rojavayê kurdistanê digeran, ji ber vê yekê hejmarek ji welatiyên sivîl protesto kirin li ser gera hevbeş a Tirkiyê û Rûsiya, li nav gundên wan, lê di vê derbarê de dewriya Tirkiyê a hev beş li gel Rûsiyayê de, bi bombeyên gaza rondikrêj erîşî welatiyan kir û wesayita Zirhî a artêşa Tirkiyê daye ser welatiyakî li gundê “Serm Saxê “û di encemê de hat kuştin ku bi navê, “Serxebûn Bengîn Omer”, ji gundê “Til Cemal “ê ye, yê girêdayê bi navçeya Girkê Legê ve, û herwiha gelek birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin..

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.