المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR:ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER REWŞA KIRÎZA AVÊ.

0 74

Di derbarê vê mijarê de, serokê xwecihiya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve, mamoste Qasim Xelîl ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: “Wekî hûn dizanin jêdera ava bajarê Til Temir û Hesekê ji navenda gundê Elok ya bi ser bajarê Serê Kaniyê ve yê ,û ew navend jî ketiye bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve, û her ji demekê avê bi rojan li ser bajarokê Til Temir û Hesekê qut dikin”.

Herwiha Xelîl got: “Cara dawî komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve, neh rojan av li ser bajarokê Til Temir û Hesekê qutkirin ji 14. 8. 2020an ta 23. 8.2020an û herwiha av ne bi berdewamî berdan”.

Herwiha Qasim diyarkir:”Piştî neh rojan ji qutkirina avê li ser bajarokê Til Temir di roja Yekşemê 23.8.2020an de, piştî danê nîvro demjimêr 3:30 av hat bi berdewamiya katijmêrekê û dîsa hat qutkirin û carek din bi şev hat ta katijmêr 4ê şeveqê qutbû, û roja duşemê 24.8.2020an de, danê sibehê ji katijmêr 9ê sibeha ta katijmêr 10ê sibeha av hat û qutbû, û carek din jî di roja duşemê piştî danê nîvro av hat ta katijmêr 4ê êvarî û qutbû û ta vê kêlîka ez diaxivim av nehatiye, û dema av tê av qels e”.

Hêjaye gotinê ku kirîza avê li bajarokê Til Temir û Hesekê nayê çareserkirn ta civaka navdewletî bi erkê xwe ranebe di derbarê vê mijarê de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.