المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Termê Pêşmerge Hisên Mihemed gihîşte Herêma Kurdistanê û bi axê hat spartin

0 73

Îro roja şemiyê 2ê Cotmeha 2021an, termê pêşmerge eqîd ” Hisên Mihemed Hemza” û endamê desteya rawêjkarî ya PDK-Sê gihişta herêma kurdistanê û li goristana şaxikê ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bi xakê hat spartin…

 

Û tê zanîn ku Eqîd” Hisên Hemza” piştî ku rastî nexweşiyeke giran hat, hikûmeta Herêma Kurdistanê ew ji bo welatê Hindistanê şand da ku çareseriyeke bijîşkî wergire û neştegerî jê re were kirin, lê di roja duşemê di 20ê Êlûnê de koça dawî kir …

 

Û îro di 2ê Cotmeha 2021″an de , termê wî gihişt Herêma kurdistanê û bi merasîmek geş ji aliyê pêşmerge û partî û kesûkarên wî li goristana “Şaxikê” ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bi axê hat spartin…

 

Û herwiha ji rexekî dî ve hêjaya were gotin eqîd” Hisên Mihemed Hemza” endamê desteya rawêjkarî ya PDK-S ê, di sala 1964an, li gundê ” Goliya” yê bi ser navçeya Raco li Efrînê yê kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye , û di sala ” 2013″ an , koçberî Herêma kurdistanê bû , û di sala ” 2017″ tevlî refê pêşmerge bû û bi îman û beweriyeke bi hêz di kar û xebata xwe di xizmeta doza azadî û netewayî de berdewam bû …

 

Û tê zanîn ku şêniya wê li ofîsa PDK-S ê ya li Domîz were vekirin….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.