المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEMÎ Û QEWÎTIYA MIXTARÊ GUNDÊ DAWIDIYA MELE SELMAN BI CÎ NEHAT Û BI XEMGÎNIYA GUNDÊ XWE ÇÛ SER DILOVANIYA XWEDÊ..

0 60

Doh piştî danê nîvro di roja sêşemê 28.1.2020an de,mixtarê gundê Dawidiya Mele Selman yê bi ser bajarê Serê kaniyê ve,çû ser dilovaniya XWEDÊ.

Wek tê zanîn gundê Dawidiya Mele Selman gundek ji gundên Kurda ne yê ku piştî êrîşîkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên Kurdistana Sûriye gundê, Dawidiya Mele Selman,ketibû bin destên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

Her wiha gundê Dawidiya Mele Selman mal û milkên gundiyan hatibûn talankirin,wêrankirin û dizîn ji aliyê komên Çekdar.

Her wiha êş û derdên nişteçiyên gundê Dawidiya Mele Selman pir xemgîn in.

Di derbarê vê yekê de,xwarziyê rahmetî  berêz Nasir Mi’ê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: ” Bi rastî xalê min çû ber dilovaniya XWEDÊ û xemgîniya wî li ser gundê wî pêre çû gorê” .
Her wiha Nasir anî ziman û got :” Temî û wesyeta xalê min di got  , Dema ez Herim rahmetê ez dixwazim hûn min li gundê min veşêrin (binaxkirin)  , Lê mixabin çiqas hewildan hatin kirin ji aliyê kesayetên civaknasî û rûsipiyên herêmê  ji bo ku wesyeta xalê min bi cih were.Lê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve daxwaza rûsipiyên herêmê ne pejirandin” .

Her wiha Nasir axaftina xwe berdewam kir û got : ” Lê mixabin mixtarê gundê Dawidiya Mele Selman Se’îd Mistefa Mele Selman bavê Mahmûd çû ser dilovaniya XWEDÊ û li gundê Til Irfan , di roja çarşemê 29.1.2020an de,danê sibê hat binaxkirin , kul û derdên gundê wî pêre çû gorê.

Her wiha Nasir di dawiya axaftina xwe de spasiya malpera me ya ENKSê re kir li ser şopandina wê di derbarê êş û derdên gelê xwe yê kurd.

Wek tê nasîn Mixtarê Dawidiya Mele Selman ji Êla  Kîkan e û ji Eşîreya Necara bû û kesayetekî xwedî bandor bû û civaknasî bû û ji rûsipiyên herêmê bû gelek pirsgirêkên civakî jî li ser destên wî dihatin çareserkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.