المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şîna xebatkar Ebdulhelîm Mihemed li ofîsa PDK-Sê li Hewlêrê hatiye lidarxistin

0 52

Di 7ê berçileya 2021″an, kesayetê xebatkar û niştîmanperwer ” Ebdulhelîm Taha Mihemed Elî” piştî rûbirûbûna nexweşiyekê li Nexweşxaneyek bajarê Hewlêrê koça dawî kir…

 

Û herwiha şîna xebatkar ” Ebdulhelîm Teha Mihemed ” ji aliyê rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê ve li ofîsa partî bi beşdarbûna endam û Alîgirên wê partiyê hat li darxistin..

 

Û tê zanîn ku xebatkar ” Ebdulhelîm Teha” ji dayîk bûna bajarê Serê Kaniyê yê kurdistana Sûriyê , di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî û tevgera kurdî bû di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî ser rêbaza Barzanî de derbas dikir…

Û di roja 7ê berçileya 2021″an, piştî ku rastî nexweşiyeke giran hatibû di nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê de çû ber dilovaniya xwedê ..

 

Û tê zanîn ku termê xebatkar ” Ebdulhelîm Teha ” li goristana navçeya “Behrikê” li Hewlêrê bi xakê hat spartin…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî , Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.