المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Sersala nû û amedebûna gelê Qamişlo.

0 94


Îro roja dawî ye ji sala 2018 an de ya ku bi ser gelê me de bûriya bi xwişiya xwe û bi êş û azarên xwe lewra hemû gelê cîhanê îro xatir dixwazin ji sala bûrî bo bêşwaziya sala nû bikin, bi taybet gelê kurd yên ku xweşî û azer bi hev re dihûnandin, bi boneya sersala nû Qamişlo xwe dixemilîne bi rengê azadiyê, belê di vê derfetê de welatiyek ji bajarê Qamişlo bi navê Xweşnav Ehmed ji payemêrê me re got Em îro xatir ji salekê dixwazin di gel hêvî û omîdên aştiyê di sala bê de ji ber me gelek êş û bobelat dîtin ji kocberiyê ji leşkeriya neçar ku rojekê weke îro çavê me li hêviya zarokên me ne ku em bi dîtina wan şabibin. bi rastî hêviya me jî ew e ku daxwazê hemû gelê me bi cî bê. bi van daxwazan seknek payemêrê me li cem welatiyekî din bi navê cemîl heyder hebû û jê re got: belê sala 2018 an ne ligorî gomanên me bûn ji ber ku me xatir ji gelek xortên xwe xwestin û şehîd bi ser me de hatin di bin dest hilatiya p y d ê de ji ber wilo dilê me xemgîn e û hêviya me ji sala nû ku sala xweş û aramiyê be li ser gelê me û gelê cîhanê tevan, belê sala 2018 êş û jarên hinan hêrandin û daxwaz û omîdên hinan bi cî anîn, Em dixwazin ku sala bê sala aştiyê û aramiyê be li hemû gelên cîhanê. Yisra Zibêr

Leave A Reply

Your email address will not be published.