المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Pars û windakirina pêşerojên zarokan

0 79

Êşek ji êşên civakî yên giran derbasbûne û bikaranîna parsê li ser destê zarokan nexasim ji destpêka şoreşa Sûrî û ta niha em dibînin ku parsbûn pir bûye û yên ku qurbaniyê mezin datînin di vê riyê de zarok in, di vê derbarê de jinekê ji welatiyan bi navê Helîme Ebdela ji payemêrê me re got: Cîhê zaroka dibistan e û lîstikin, û himbêza dê û bavê ne,ne cade û kolanin, belê li ser vê mijarê jineke din bi navê Hediya Silêman ji payemêrê me re go:

birastî cîhê dil êşiyê ye te wêneyên parsê ku em dibînin li ber çavê xwe bi taybet ew zarokê ku destê xwe dirêj dikin li ber her kesî ji bo çend qirûşan, gelo dilê xwediyê wan ji kevir e ku wilo qêmîşî zarokên xwe dikin û wan berdidin cadan û kolanan ev zarokên pêxwas û bê cil di havînan û zivistanan de. ma gelo dê û bav ji wan re tune ne yan keskek berpirs tune ye ku li ser vê pirsgirêkê bisekine. bi rastî ne zarokan tenê bikartînin ji bo parsê wek em dibînin ku kesên pûç jî tên bikaranîn ji bo parsê lê mixabin em nabînin ko kesek li ser vê gunehkariyê bisekinin û çareseriyê jê re bibînin lê mixabin guhdan ji gelek dengan re tune ne ??? Yisra zibêr

Yisra Zibêr

Leave A Reply

Your email address will not be published.