المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî Daxuyaniyek belav kir derbarî êrîşkirina Daîşê li ser bajarokê Koleco ..

0 77

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarî êrîşkirina Daîşê li ser bajarokê Koleco daxuyaniye belav kir û têde got :

“Mixabin duh bi şev di encame êrîşeke terorîstên Daîşê de bo ser bajarokê Koleco ya ser bi Kifrî, Birêveber û du karmendên asayîşê şehîd bûn û çend karmendên din jî birîndar bûn, û herwiha sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên şehîdan dikim û hêvî dikim xwedayê mezin wan bi buhiştê şad bike û hêviya baş bûnê jî birîndaran dixwazim. Ev êrîşa terorîstên Daîşê nîşan dide ku ev tevgera terorîst hîn jî bi temamî nehatiye jinavbirin, me di vê derbarê de çend car haydan daye, ji ber vê yekê lazime civaka navnetewî li ser hevkarî kirina herêma kurdistanê û Îraqê berdewam be bo rûbirûbûna Daîşê û kar kirin bo nehêştina ev terorîst ku dibin sedema serhildan û dubare çalakbûna tevgerên terorîst”..

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Mesrûr Berzanî
30 ê Mijdare 2019

Leave A Reply

Your email address will not be published.