المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmên salvegera 8emîn a komkujiya Şingalê bû ..

0 233

Li Duhokê îro roja çarşemê 3ê Tebaxa 2022an, salvegera 8emîn a komkujiya Şingalê hate vejandin..

Û têde serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarkir di merasîmên salvegera 8emîn a kareseta Şingalê de ..

Ku di 3ê Tebaxa sala 2014an, rêxistina Terorîst a Daîşê bi hovane êrîşî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hemberî kurdên êzîdî li Şingalê komkujiyek mezin pêk anîn …

Û di encama vê komkujiyê de bi hezaran zarok û jin û kal hatin kuştin û revandin…

Û herwiha di vê merasîmê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku îro tevahiya me bi dileke tîje ji xem, şehîdên komkujiya Şingalê bibîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku erkê me ye ku, hewl bidin da ku tevahiya revandiyên Êzidî azad bikin û jiyaneke şerefmendane bo wan dabîn bikin û Şingal zêdetir awedan bikin.

Barzanî ev yek ji anî ziman ku, lazime hewl were dayîn da ku komkujiya han li cîhanê de weke genocide were nasîn û nabe Şingal weke karteke siyasî were bikaranîn.

Barzanî diyar kir ku, Êzidî li ser destê tevahiya rejîma Îraqê hatine eşkencekirin lewre erkeke exlaqî ya civaka cîhaniye ku berevanî ji Êzidiyan bike.

 

Serokê herêma Kurdistanê di beşeke din ji gotara xwe de tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, normal kirina rewşa Şingalê, vegerandina şerefmendane ya awareyên Şingalê û derxistina hêzên çekdar yên derqanûnî ji Şingalê kir û balkêşande ser hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo tomar kirina tawanên DIŞIê dijî Êzidiyan û diyar kir ku, lazime di vê warî de jî hikûmeta Îraqê jî erkê xwe yê qanûnî û exlaqî bicîh bîne.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.