المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROK MESÛD BARZANÎ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ENCÛMENA NIŞTIMANÎ YA KURD LI SÛRIYÊ KIR.

0 78

Di roja şemiyê 18.6.2022,an de, Cenabê Serok Mesûd Barzanî li baregeha xwe ya li zozana Selahedîn pêşwaziya şandeke pilebilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

Di hevdîtinê de, di derbarê rewşa Sûriyayê de, nêrînên xwe danustandin û şanda mîhvan pêşhatên dawî yên girêdayî rewşa gelê Kurd û nîgeraniyên wan derbarê paşeroja Sûriyayê şîrove kirin

Herwiha di hevdîtinê de,Serok Barzanî çavdêrî û şîretên xwe yên derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriyê kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste gelê Kurd û hemwelatiyên Kurd li welatê xwe bimînin û dev ji wê bernedin û koçber nebin û sebirê bikşînin û xweragrin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.