المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî: Referandom bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû.

0 126

Serok Mesûd Barzanî li gel berpirsên siyasî û hizbî û îdarî yên devera Badînan civiya û ragihand, ku Referandom bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû.

Îro li Bajarê Dihokê Serok Mesûd Barzanî li gel berpris û rêvebir û endamên liq û navçe û endamên parleman ji firakisyona PDK û berpirsên îdarî û siyasî û kadirên pêşketî yên Partî Dîmukratî Kurdistan li devera Badînan civiya.

Di civînê de Serok Barzanî gotinek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têde sipasiya helwest û qurbanîdana cemawerî û serberzî ya devera Badînan kir di şerê dijî terorê de û beşdariya berfireh ya wê deverê di piroseya referandumê de.

Herweha Serok Barzanî sipasiya xweragirî û qurbanîdan û pabendbûna xelkê wê deverê bi pirsên netewî û niştimanî kir û silavên xwe ji bo canên pak yên şehîdan şand û hêvî xwest ku tendirustiya Pêşmergên birîndar yên şerê DAIŞê zû baş bibe.

Di dirêjiya gotina xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser dawîn pêşveçûnên siyasî û hûrkariyên bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û qonaxa piştî referandumê û helwesta civaka navdewletî û reftar û bersivdana hikûmeta Iraqê derbarê wê pirsê ji amadebûyan re şirove kir.

Serok Barzanî behsa wan sedeman kir ku hiştin gelê Kurdistan biryara referandumê bide û tekez kir ku referandum bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya encamdana hilbijartinan kir wek çareseriyeke guncayî ji bo çarekirina kirîza siyasî li Herêma Kurdistan û diyar kir, ku pêwîst e çanda pêkvejiyana pêkhateyê netewî û olî yên Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne û bê parastin û erk û mafên hemû aliyekî bi wekhevî bên diyarkirin.

Kurdistan 24

Leave A Reply

Your email address will not be published.