المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî: Pêşmergayetî bilindtirîn û bi şereftirîn destkefta jiyana mine..

0 82

Îro, yekşemê 20/5/2018 , pêncî û şeş (56) sal bi ser pêşmergitiya serok Barzanî derbas dibe, û bi helkeftê serok Barzanî peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 56 salan bi ser jiyana xwe ya Pêşmergetî re peyamek belav kir li ser malpera xwe ya fermî, û ragihand ku berî pêncî û şeş salan di rojek wek vê de ew rûmet bo min hate bexşandin ku bibim Pêşmerge. Ji wê rojê û heta niha û heta di jiyanê de mabim, mezintirîn pile û paye ji min re Pêşmergeyatî ye, eve bilindtirîn û bi şereftirîn destkefta jiyana mine.

Herwiha got, Her bi hîmeta Pêşmergeye jî ku gelê Kurdistanê xwe ji bo tu hêz û aliyek neçemandiye ji bilî li xwedayê mezin.

Di dawiya peyama xwe de, Berzanî Serkeftin û serbilindî xwest ji bo ewane ku xwediyê îrade û dozin û dilsoz û rastgone li gel mîlletê xwe da.

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.