المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî: binpêkirina destûrê bû sedema ku gelê Kurdistanê referandum bika..

0 72

Serok Mesûd Barzanî ragihand ku binpêkirina destûrê bu sedema gelê kurdistanê bika û herwiha referanduma gelê kurdistanê mafekî xwezayî û yasayî û destûrî û rewa bû.

Îro Çarşema 24-1-2018 Serok Barzanî li Selahedîn ligel firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Parlamantoya Iraqê de civiya.

Di civînê de Serok û endamên firakisyona PDKê li ser rewşa siyasî ya Iraq axivîn , pirsa hilbijartinan û kêşeyên siyasî yên di nava parlementoya Iraqê de kirin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa siyasî ya Iraq, Kurdistan, deverê û cîhanê û helwesta welatên cîhanê ya li hember Kurdistanê û bûyerên piştî dagîrkirina Kerkûkê rave kir.

Derbarê referandumê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku referandum rewa û li ser rêbazeke aştiyen bû û ew yek jî mafekî xwezayî û destûrî ya gelê Kurdistanê bû. Herwiha binpêkirina destûra Iraqê û birîna nanê welatiyên Kurdistanê, nehêştina şeraket û hevpariyê jî, bûn sedem ku gelê Kurdistanê referandumê bike û eger destûr hatiba cîhbicîhkirin dê bêguman rewşa Iraqê niha ne wisa ba.

Leave A Reply

Your email address will not be published.