Duh roja yekşemê 9ê çileya 2022an, navenda Ewropî ya lêkolînên kurdî bi hemahengiya Tevgera Çaksaziya kurdî li Sûriya û Şepêla Azadiya Kurdistanî bi endamên encûmena piştevaniya pêkhateyên rawêjkarî hevdîtinek dîyalogê dibin nav nîşana” Çawa di mafên gelê kurd di destûra Sûriya pêşarojê de were parastin ” li kampa Dare şikranê li navenda Qedrî Can li darxist….
Û herwiha ev yek bi amadebûna hejmarek mezin ji siyasetmedar û rewşenbîr û nûnarên partiyên kurdî û herwiha rêxistinên sivîl û rêxistinên mafê mirovan û kesayetên serbixwe têde hazirbûn..
Û ji aliyê M, Siyamend Haco” serokê şepêla Azadiya kurdistanî û M, Hewas Sedûn” serkirda di tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriya ve hate pêşkêşkirin…
Û di derbarê vê hevdîtina dîyalogê de babetên giring yên girêdayî bi rewşa siyasî ya kurdan li kurdistana Sûriyê de bi giştî anîn ziman..
û herwiha di diyalogê de ser destûra Sûriyê û çivînên komîta Destûrî di derbarê parstina mafê gelê kurd de di vê destûra Sûriyê hatin behiskirin…
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî û Elî Fetah