المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER PYDÊ VE M.EBDUREHÎM TEMÊ ENDAMÊ XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ REVANDIN.

0 78

Îro di roja yekşemê 9.1.2022an de, demjimêr 4:00 piştî nîvro, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û endamê Xwecihiya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, M. Ebdurehîm Temê revandin.

Li gorî zanyarîyan, ku M.Ebdurehîm TEMÊ bi malbata xwe re li şîna rahmetiyê xizmê xwe Ahmed Şêxmûs Newaf Elqutina li gundê Til Xezala Jorîn ya bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, beşdar bibû, û piştî ku şîn bi dawî dibe,Temê bi malbata xwe re diçe mala xwe li Dêrikê.

 

Lê komên çekdar ên bi ser PYDê ve, li ser riya giştî di navbera Til Bêder û Dirbêsiyê de, malbata Temê disekinînin û wî birin cihekî nediyar, û hevjina wî û kurekî wî yê biçûk û birayê wî yê nexweş, di bin sermayê de li ser rê bê ajokar hiştin.

Herwih Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûrîyê, rgihandibû ku Partiya Yekîtiya Demokrat bi tam berpirsyariya jiyana wî dibînin û daxwaza azadkirina wî û hemû girtiyên siyasî û rawestandina van binpêkirinan dikin, ku berdewamiya siyaseta dijminane ya sîstematîk e ku ji aliyê vê partiyê ve li dijî serkirde û alîgirên ENKSê ye.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.