المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Semînerek nû li korbenda çaksazî û guhertinê hat li dar xistin..

0 64

 

Di roja pêncşemê 20.5. 2021ê de, li Korbenda Çaksazî û guhertin semînerek nû bi navnîşaniya (kurte ravekirin li ser rêbazên perwerdê li Sûrî ji dawiya serdema Osmanî û ta rêbaza rêveberiya xweser ) li bajarê Qamişlo hat li darxistin ..

Semîner ji aliyê Vekoler û nivîskar “Şivan Ibrahîm”  hat pêşkêş kirin, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kurdî û herwiha kesayetiyên serbixwe û rewşenbî.

 

Di derbarê vê yekê de, mamoste Kazim Xelîfê endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: “ku gotarbêj M.Şivan Ibrahîm bi awayekî zanistî û berfireh gotara xwe ravekir, û di derbarê wê de, lêkolîn bi awayekî serdest bûn bi zanistî rasteqîna perwerdê hat pêşkêş kirin û toşbûna wê ji aliyê nerînên yekalî di qonaxên berê û ya bê de hat diyarkirin, bi awayekî girtek û jimaran çêbûna pêgeha mijarê di lêgerînê de “.

Piştre deriyê gengeşeyê vebû ku mijar dewlemendtir kir, ji aliyê hemû beşdarbûnan ji rewşenbîran û pisporan û ramiyariyan û kesayetên civakî, ji hemû pêkhateyên herêmê”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.