المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞAXÊ ALAQOSÊ YÊ BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 56

Di roja sêşemê 26.1.2021ê de,şaxê Alaqosê yê bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ve, li navenda xwecihiya çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna serokê encûmenên gundan û nûnerên partiyan û tevgerên ciwanan û jinan.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî ,  di derbarê wê de,rewşa hemû encûmenên gundan gengeşekirin, û li nerîn û daxwazên encûmenên gundan hatin guhdarîkirin, û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûyan ji civatan re ,

û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Û belavkirina nexweşiya veyrûsa korona û bandora bilindbûna nirxê dolar li beramberî lêreya Sûrî û bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanê.

Herwiha civatê, hemû bûyerên siyasî yên nû gengeşe kir , û awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.
Herwiha civat rawestiya li ser danûsitendinên opozisyonê û rêjîma Sûriya ji bo bicîkirina biryara 2254 Herwiha civatê kêfxweşiya xwe da xuyakirin li ser rêveberiya  Emrîka yê nû  bi serokatiya Co Bayidin.

Wek tê zanîn şaxê Alaqosê bi ser encûmena xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ve ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.