المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandeke PDK-Sê serdanda ofîsa partiya PYK-Sê kir ..

0 107

Roja şemiyê 23ê Tîrmeha 2022an, Şandek ji rêxistina Domîz ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, serdanda ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriye kir ..

Û ev şanda PDK-Sê bi serokatiya M, Mihemed Elî Ibrahîm endamê ofîsa siyasî pêk hat..

Û ji aliyê endamê komîteya navendî ya PYK-Sê M,Ekrem Reşîd ve hatin pêşwazîkirin..

Û herwiha di naveroka vê hevdîtinê de her du partiyan bi giştî ser rewşa siyasî ya kurdan û pêşhateyên herî dawî ser qada kurdistanî gotûbêjkirin.

Û ji rexekî din ve her du aliyan behsa giringiya Encûmena Nîştîmanî ya kurd li Sûriya wek pêkhateyeke siyasî ku nûneratiya gelê kurd di civînên navdewletî de dike kirin ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa .

Û tekezî li ser pêwîstiya parastina wê û derbaskirina astengiyan ji bo lidarxistina kongirê Encumenê di demeke nêzîk de kirin.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser berdewamiya civînên bi vî rengî kirin di navbera her du partiyan de….

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.