المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BEŞDARÎ MEREASÎMA 60 SALIYA DERBASBÛNA TEVLÊBÛNA SEROK MESÛD BARZANÎ NAV HÊZÊN PÊŞMERGE BIBÛ

0 98

Li ser vexwendina Dezgeha Sehniger û Pêşmerge ,di roja Înê 20.5.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, beşdarî merasima 60 saliya destbiserkirin û tekoşîna Serok Mesûd Barzanî bo Hêzên Pêşmerge dibe.

Herwih bi amadebûna Şêx Mele Mistefa Barzanî û birêz Arîn Mesrûr Mesûd Barzanî û bi amadebûna saziyên hikûmetê û leşkerî yên Hêzên Pêşmerge, Lêşgerên Roj û hejmarek ji endamên parlamentoya Kurdistanê û komek hunermend û helbestvan.

Herwiha Merasîm bi deqeke bêdeng li giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir û bi navê Dezgeha Pêşmerge gotinek hat pêşkêşkirin û fîlmek belgeyî li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî hat nîşandan.

Di dawiyê de helbest û sirûdên netewî û niştimanî li ser Pêşmerga hatin pêşkêş kirin.

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.