المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE KONFEDERASYONA CIVAKÊN KURD SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê KIR.

0 72

Di roja Sêşemê 7.6.2022’an de, şandeke Konfederasyona civakên Kurdî serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.

Herwiha Şande ji:

– Isma’îl Kamil, Serokê Konfederasyona Civakên Kurd

– Mamî Memewî endamê Komîteya Navendî ya Konfederasyona Kurdistanî

– Selam Kurdî endamê Komîteya Çavdêrî ya Konfederasyonê pêk hatibû.

Şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hat pêşwazîkirin.

Di destpêkê de birêz Isma’îl li ser konfederasyona Kurdistanî li derve ya civaka Kurdistanî, taybetmendî û girîngiya wê, temamkirina pêkhateyan û damezrandina şaxên wê li welatên curbicur ên cîhanê axivî.

Herwiha Mamî Memwî behsa civaka kurd li Rûsyayê û komarên Soviyeta berê kir û bal kişand ser giringiya konfederasyonê li welatên Yekîtiya Sovyeta berê ji ber belavbûna kurdan li piraniya van welatan.

Û bal kişand ser berjewendiya wan bi doza kurdî li Sûriyê û amadebûna wan ji bo karkirina ligel Encûmena Niştimanî ya Kurdî.

Ji aliyê xwe ve, serokê nûneratiyê Dr. Kawa Azîzî piştî bi xêrhatina mêvanan axivî.

Herwiha balkişand li ser girîngiya avakirina Yekîtiya Civaka Kurdistanê li Derveyî Welat û asta girîngî û rola wê di pênasekirina doza Kurd ji raya giştî ya cîhanê re û hêviya serkeftinê di karê wan de xwest.

Û tekezî li ser hevkariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi Konfederasyonê re kir.

Piştre endamên nûnertiyê bi mêvanan re, li ser mijarên cuda yên ku girêdayî yekîtiya refê kurdî û hevkariya di navbera Encumen û Konfederasyonê de, gotûbêj kirin.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.