المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI OFÎSA PÊWENDIYÊN DERVE YA PDKÊ RE CIVIYA.

0 88

Di roja Sêşemê 17.5.2022an de, şandeke Komîteya Pêwendiyan a Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Beyrmam Selahedîn civiya.

Herwiha şanda Komîteya Pêwendiyan a nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê ji birêzan : (Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê, Raman Mele, Wa’îl Umer, Fadil Delî) pêk dihat.

Herwiha Şanda nûneratiyê bi germî ji aliyê:

– Birêz Hoşuyar Siwêlî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve û Birêz Rizgar Hemîd Şerîf, berpirsê di beşê

Herêmê û hejmarek ji endamên Nivîsgeha Pêwendiyan ve, hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Her du alî behsa rewşa siyasî bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî kirin û tekez li ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û kêşeyên ku rûbirûyê dîtina mekanîzmayek hevbeş bo çareser kirina wan bûne bi rayedarên peywendîdar re,hatin kirin.

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.