المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE JI TÇKS SERDANA OFÎSA PYK-S LI BAJARÊ GIRIKÊ LEKÊ KIR.

0 68

Di roja sêşemê 30.6.2020an de, şandeke ji Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya bi serokatiya endamê ofîsa cîbicîkar yê TÇKS mamoste Feyrûşa Ebdirihman serdana ofîsa partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya li bajarê Girikê lekê kirin.

Herwiha şanda Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye hatin pêşwazîkirin ji aliyê endamê komîteya siyasî mamoste Ferhan Mer’î û endamê komîta navendî mamoste Sebah Emedo yên partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya, û mijarnî giring jî hatin gengeşekirin.

Herwiha herdu aliyan danûstendinên bi PYNK re ji bo yek helwesta Kurdî li Sûriya giring dîtin di vê qonaxa hestiyar de.
Herwiha herdu aliyan tekez kirin li ser giringiya rola herêma Kurdistana başûr û piştgirt û piştevaniya Emrîkan û Ferensa jî bo van danûstendinan.

Herwiha herdu aliyan dosayên hevbeş gengeşekirin ên ji bo berjewendiyên gelê Kurd û tevgera wî  Siyasî،û pêwîstiya karê hevbeş di bin saya ENKSê de.

Herwiha herdu aliyan di dawiyê de, tekez kirin li ser giringiya van dîtinên hevbeş ji bo nêzîkirina di raman nerînan de.

Di heman demê de,tevgera Kurdî çalake û li ser piya ye û pitikan li ser tîpan datînin ji bo parastina mafê gelê kurd, Ji ber vê yekê dîtinên bi nirx û hevbeş li ser asta desteyên bilind û hevbeş tên li dar xistin.

Ragihandina ENKSê
Raport:ElîFetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.