Roja şemiyê 4ê pûşberê, Şandek ji ofîsa Jin û Zarokatiyê ya bi ser ENKSê ve ,serdanda Encûmena xwecihiya Şehîd Nesredîn Berhik li Çil Axa kir …
Û herwiha ev şanda Ofîsa jin û Zarokatiyê ji M,Ariya Cûma berpirsa ofîsê û M,Menar Osman ve pêk hat…
Û ev şanda ji aliyê serokê Xwecihiyê M, Resûl Omer û herwiha endamên Xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin…
Û di vê hevdîtinê de her du aliyan bi giştî ser rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..
Û herwiha ji aliyê xwe ve M,Ariya Cûma ” berpirsa ofîsê di vê serdanê de ser rola jina kurd di hemû warên siyasî ,civakî û aborî de anî ziman..
Û di dawiyê de endamên xwecihiyê Spasiyek germ arasteyî şanda ofîsa jin û Zarokan kir derbarê vê serdanê û tekez li ser giringiya berdewamiya pêwendiyên dualî kirin …..
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî