المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji xwecihiya Nerwicê ya ENKSê ,li gel berpirsê Doseya Sûriyê di wezareta Derve ya Nerwicê re civiya..

0 67

Roja duşemê 4ê Tîrmeha 2022an, Şandek ji xwecihiya Nerwêc a bi ser ENKSê ve, li gel Tor Martîn Molêr berpirsê Doseya Sûriyê di wezareta derve ya Nerwêcê de civiya ..

Û herwiha ev şanda ENKSê ji her yek cîgirê serokê xwecihiyê M,Rengîn Mehma ,û berdevkê fermî ya xwecihiyê M,Mehmûd Biro, û endamê peywendiyên derve M,Ezîz Êbiş pêk hat..

Û herwiha di naveroka vê civînê de şanda xwecihiya Nerwêcê lîsteyek ji navê Zarok û ciwanên jêr 18 salî yên ji aliyê rêveberiya PYDê û di destê rêjîma Sûriyê ve hatine girtin û revandin pêşkêşkir..

Û ji aliyekî din ve di vê hevdîtinê de derbarê girtina Hemîd Merwan çalakvanê siyasî û hewilkirina terorkirina wî behiskirin..

Û herwiha di vê hevdîtinê de ser rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û rewşa jiyanê ya zehmet û herwiha gefên Turkiyê û guhertina Demografiya navçeyên Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî gengeşekirin…

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.