المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji ŞPKSê serdanda Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo kir …

0 67

Îro roja yekşemê 20ê sibata 2022an, Şandek ji Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya, serdanda Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve kirin ..

 

Û ev şanda ŞPKSê bi serokatiya M,Ekrem Hisên ” serokê desteya cîbicîkar û hin endamên şepêlê pêk hat..

Û herwiha ev şanda ji aliyê serokê xwecihiyê M,Mihemed Sedîq ” û hin endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin..

Û di derbarê vê hevdîtinê de her du aliyan mijar û babetên giring ên girêdayî bi rewşa siyasî li deverê bi giştî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi taybetî gotûbêjkirin..

Û ji rexekî dî ve her du aliyan nêrîn û pêşinyarên xwe danaxuyakirin derbarê rêxistin û pêşxistina karê Encûmenê û çawaniya aktîvkirina hemû desteyên wê….

Herwiha di derbarê rewşa Aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibe li kurdistana Sûriyê de behiskirin…

Û di dawiya vê hevdîtinê de her du aliyan tekez li ser pêşxistina pewendiyên dualî û berdewamiya hevdîtinên bi vî rengî kirin ..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.